Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Sol

Sol

Heger şanzdeh gule bin, wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e. Ya şanzdehsalî di nav me de ew bû wê çaxê. Ew kulîlk û gihayê ku di wêneyî de xuya dikir jî li ser xwîna wê şîn hatine nexwe. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend! Te digo qey sekna Şîlanê berdewam dike. Te digo ew bi xwe ye. Belkî di nav pelên wê de rûyê Şîlanê veşartî bû. Min bikarîbûya ew çend pel ji ser bidana alî, misoger dê rûyê wê yî şêrîn xuya bikira. Silûeta wê hat ber çavên min, tîrên êşeke nû xwe bera nava min dan, qolinc bi hinavên min ketin çawa ku duh bûbe ew bûyer, ew şer, ew kuştin! Qelafetê wê yî hûrik î ku di şal û şapikê de wenda dibû, sekna wê yî bêtirs û bi heybet, keleşa wê yî Kûbî ya ku kêlîkekê ji dest xwe bernedida û çenteyê li pişta wê. Meşa wê yî hêdî, kenê ser lêvan û biskên ku li ber ba diçûn. Dengê gummîna ku ji nişkê ve erd hejand û sekna wê yî di cihê xwe de. Cemidîna kenê ser lêvên wê, vezilana wê yî li erdê, destavêtina axê û ew awirên wê yî dawî yê ku êşa wan hîn jî berdewam e di nava min de...
Yazar:Menaf Osman
Sayfa Sayısı:96
Dil:Kürtçe
Isbn:9786057478290
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:16.11.2021
100 TL
71,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Sol
Heger şanzdeh gule bin, wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e. Ya şanzdehsalî di nav me de ew bû wê çaxê. Ew kulîlk û gihayê ku di wêneyî de xuya dikir jî li ser xwîna wê şîn hatine nexwe. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend! Te digo qey sekna Şîlanê berdewam dike. Te digo ew bi xwe ye. Belkî di nav pelên wê de rûyê Şîlanê veşartî bû. Min bikarîbûya ew çend pel ji ser bidana alî, misoger dê rûyê wê yî şêrîn xuya bikira. Silûeta wê hat ber çavên min, tîrên êşeke nû xwe bera nava min dan, qolinc bi hinavên min ketin çawa ku duh bûbe ew bûyer, ew şer, ew kuştin! Qelafetê wê yî hûrik î ku di şal û şapikê de wenda dibû, sekna wê yî bêtirs û bi heybet, keleşa wê yî Kûbî ya ku kêlîkekê ji dest xwe bernedida û çenteyê li pişta wê. Meşa wê yî hêdî, kenê ser lêvan û biskên ku li ber ba diçûn. Dengê gummîna ku ji nişkê ve erd hejand û sekna wê yî di cihê xwe de. Cemidîna kenê ser lêvên wê, vezilana wê yî li erdê, destavêtina axê û ew awirên wê yî dawî yê ku êşa wan hîn jî berdewam e di nava min de...
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı