Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Evara Perwaneye

Evara Perwaneye

Bextiyar Elî ku yek ji nivîskarên herî balkêş ê edebiyata kurdî-soranî ye edî bi kurmancî ye. Romana wî “Êwarey Perwane” (Êvara Perwaneyê) ku li başûr bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Avesta diyar dike ku di demên pêş de amadekariya çapên kurmancî yên her 6 romanên din ên Bextiyar Elî dikin.Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya bi navê “Di romanên nivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011) romana Bextiyar Elî wiha dinirxîne:Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin.Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tu kes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.
Yazar:Bextiyar Eli
Sayfa Sayısı:304
Dil:Kürtçe
Isbn:9786055585921
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:07.02.2012
34 TL
25,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Evara Perwaneye
Bextiyar Elî ku yek ji nivîskarên herî balkêş ê edebiyata kurdî-soranî ye edî bi kurmancî ye. Romana wî “Êwarey Perwane” (Êvara Perwaneyê) ku li başûr bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Avesta diyar dike ku di demên pêş de amadekariya çapên kurmancî yên her 6 romanên din ên Bextiyar Elî dikin.

Haşim Ahmedzade, di nivîsa xwe ya bi navê “Di romanên nivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011) romana Bextiyar Elî wiha dinirxîne:

Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike ku Perwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovên oldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe ve tên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn û dinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanê ji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijî ne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechên romanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehenga romanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê, Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixe nav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekê dişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştin li hewayê pinpinîk difirin.

Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanek hêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tu kes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr û çiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyê yên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı