Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Stranvan

Stranvan

Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî.Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.Sînemxan Bedirxan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”
Yazar:Celadet Ali Bedirxan
Sayfa Sayısı:128
Dil:Kürtçe
Isbn:9786059082594
Boyut:13 X 10.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:25.05.2016
90 TL
67,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Stranvan
Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.
Kilam û stranên di kitêbê de bi giştî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê “Stranvanê Jêliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esîrî”, “Dilistan”, “Bijîşkê Mîran” û “Diya Ferzo” çap bûne û helbet ê bênav jî.
Me bi awayekî kronolojik pêşî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir dişibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine weşandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.
Berhemên din ên folklorîk jî di Şîretbêj de kom dibin.
Sînemxan Bedirxan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: “Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemşîd) dîrok bû. 
Em şagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê şîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.
Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.
Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tiştên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin.”
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı