Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt)

Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt)

“Kilam&Stranên Kurdî” bi nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê, di nav weşanên Avesta de çap bû. Notayên stranan Sherko Hamasalih Chingiani çêkirine. Çapa taybet ji 1024 û çapa din cildê yekem 544, ê duyem 492, tev de ji 1036 rûpelan pêk tê. Weşanxane, kitêba ku bi cildên din ên ku tên amadekirin re, dikare wek antolojiyeke kilam û stranên kurdî bê binavkirin, wiha pêşkêş dike:Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî de. Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide. Di destpêka sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan… e. Ew bîreweriya sedan salan e.Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan. Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî, tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî, bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan, ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye. Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.
Yazar:Cewad Merwani
Sayfa Sayısı:1024
Dil:Kürtçe
Boyut:13.5 X 21.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:06.04.2010
65 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Kilam Stranen Kurdi (2 Cilt)
“Kilam&Stranên Kurdî” bi nota û gotin ku ji aliyê hunermend Cewad Merwanî ve hatibûn berhevkirin yek jê çapeke taybet û a din jî ku ji 2 cildan pê tê, di nav weşanên Avesta de çap bû. Notayên stranan Sherko Hamasalih Chingiani çêkirine. Çapa taybet ji 1024 û çapa din cildê yekem 544, ê duyem 492, tev de ji 1036 rûpelan pêk tê. Weşanxane, kitêba ku bi cildên din ên ku tên amadekirin re, dikare wek antolojiyeke kilam û stranên kurdî bê binavkirin, wiha pêşkêş dike:

Kurdistan yek ji welatê herî kevn ê Rojhilata Navîn, kurd jî miletekî otokton ê vê herêmê ne. Di kultur û zimanê kurdî de ev taybetmendiyên kevnar hatine parastin, nexasim di muzîka kurdî de. Civaka kurd jî wekî civakên din ên Rojhilat, civakeke tradisyonel e, kultura kurdî bêhtir devkî û anonîm e. Ev yek jî herî zêde şopên xwe di muzîkê de nîşan dide. Di destpêka sedsala 21ê de, tevî hemû zordestî, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê ên çaralî, eger em îro behsa kultur, ziman û edebiyata kurdî bikin yek ji rolê sereke ê vê serkeftinê ê muzîka kurdî ye, ê dengbêj, çîrokbêj, stranbêjan… e. Ew bîreweriya sedan salan e.

Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan. Kilam û Stranên Kurdî bi nota û gotin wekî antolojiyeke muzîka kurdî ye. Bi hezaran kilam û stran bi rêzek alfabetîk ciyê xwe tê de digrin. Tu diyalekt û devokên kurdî, tu herêmên Kurdistanê jê ne kêm in. Cewad Merwanî, bi salan wek dengbêjekî nûdem ketiye pey şopa wan kilam û stranan, ji arşîvên Radyoya Erîvanê ta Radyoya Bexdayê û Kerkukê, berhevokên folklorê her tişt li hev civandiye. Eger ev berhevok ji bo arşîv û dokumantasyoneke bi rêkûpêk a muzîka kurdî bibe destpêkek armanca wê ya sereke ê cîbicî bûbe.

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı