Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Santiago de Compestela

Santiago de Compestela

Romana Ferhad Pîrbal “Santiago de Compestela” bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê “Hotel Eurôpe” û kitêbeke çîrokan “Çolistan” bi kurmancî derxistibû.Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire.“…tê li wir çi bikî! Bi rastî, tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê, ji ber çi tê vegerî?” Welatê wî çiraveke mezin e, ji hemû malbata wî goristanek maye.Di xewne/şevekê de rastî Oriana tê. Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner, qerar dide biçe: Ji ber ku “tenê huner dikare ‘xweşikiyê’ zindî bihêle.”Dev ji her tiştî berdide. Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin:Venus Corbacho EstebanRue de Paradis 9, 3-1Santiago de CompostelaFerhad Pîrbal bi “Santiago de Compostela” me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve, gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan, huner, ciwanî, hezkirin, xeyal û xweşikiyê rast werin…
Yazar:Ferhad Pirbal
Sayfa Sayısı:168
Dil:Kürtçe
Isbn:9786055279356
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:10.05.2013
21 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Santiago de Compestela
Romana Ferhad Pîrbal “Santiago de Compestela” bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê “Hotel Eurôpe” û kitêbeke çîrokan “Çolistan” bi kurmancî derxistibû.

Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire.

“…tê li wir çi bikî! Bi rastî, tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê, ji ber çi tê vegerî?” Welatê wî çiraveke mezin e, ji hemû malbata wî goristanek maye.

Di xewne/şevekê de rastî Oriana tê. Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner, qerar dide biçe: Ji ber ku “tenê huner dikare ‘xweşikiyê’ zindî bihêle.”

Dev ji her tiştî berdide. Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin:

Venus Corbacho Esteban
Rue de Paradis 9, 3-1
Santiago de Compostela

Ferhad Pîrbal bi “Santiago de Compostela” me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve, gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan, huner, ciwanî, hezkirin, xeyal û xweşikiyê rast werin…
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı