Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
33 Gule  Diroka di şine de

33 Gule Diroka di şine de

Ahmed Arif di şi’ra xwe ya bi navê “33 Gule” de dibêje: “Ez hatime kuştin / Xewnên min, ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canê min distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim.”“33 Kurşun / Yas Tutan Tarih” kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: “...bûyera 33 Guleyan, ku min gelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand, ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin, ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî kurd-, ma mukafateke ji vê mezintir heye?”Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: “Ev kitêb, çîroka 33 hêvî, 33 evîn, 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje...“Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde, ol, bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de tê vegotin; êş û janeke kûr e, çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin...”
Yazar:Günay Aslan
Sayfa Sayısı:80
Dil:Kürtçe
Isbn:9786055585501
Boyut:13.5 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:05.05.2011
100 TL
75,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
33 Gule Diroka di şine de
Ahmed Arif di şi’ra xwe ya bi navê “33 Gule” de dibêje: “Ez hatime kuştin / Xewnên min, ji şevan tarîtir / Kesek napirse rewşa min / Canê min distînin bêecel / Nikarim di kitêban de bi cih bikim.”

“33 Kurşun / Yas Tutan Tarih” kitêba destpêkê ye ku cih dide 33yan. Günay Aslan kitêb ji nû ve di ber çavan re derbas kir. Davut Özalp wergerande kurdî û di nav weşanên Avesta de derket.

Musa Anter di pêşgotina kitêbê de dibêje: “...bûyera 33 Guleyan, ku min gelek xeter dan pêş çavên xwe û li gor tiştên ku hatin gotin nivîsand, ji bo ciwanên me hê bûyereke germ e. Dîtina fikr û ramanên bi şeref yên ku ji pênûsên ciwan derdikevin, ji bo kesekî wekî min kal û rojhilatî -yanî kurd-, ma mukafateke ji vê mezintir heye?”

Nivîskar Günay Aslan jî armanca xebata xwe wiha dide nîşankirin: “Ev kitêb, çîroka 33 hêvî, 33 evîn, 33 mirovên ku di berbangekê de ji hêla leşkeran ve bi stemkarî hatine kuştin vedibêje...
“Bi vê kitêbê; min hewl da wehşeteke mezin a ku ji hêla tu qaîde, ol, bîr û baweriyê ve nayê qebûlkirin raxînim ber çavan. Bûyera di vê kitêbê de tê vegotin; êş û janeke kûr e, çîrokek dijwar e ku nifş bi nifş tê vegotin...”
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı