Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Kurd Di Tarixa Ibn El-Esir De Ji El-Kamil Fi T-Tarix A Ibn El-Esir (2 Cilt)

Kurd Di Tarixa Ibn El-Esir De Ji El-Kamil Fi T-Tarix A Ibn El-Esir (2 Cilt)

Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fît-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîxû seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerîli ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257)caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi navdike.Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî ûEyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan degava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye.Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cihgirtine. 
Yazar:İbn El-Esir
Sayfa Sayısı:856
Dil:Kürtçe
Boyut:13.5 X 21.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:21.05.2018
65,73 TL
49,31 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Kurd Di Tarixa Ibn El-Esir De Ji El-Kamil Fi T-Tarix A Ibn El-Esir (2 Cilt)
Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fî
t-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx
û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.
“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.
555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.
Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî
li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257)
caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav
dike.
Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û
Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de
gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.
Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye.
Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.

 

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı