Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Tebiniyek

Tebiniyek

Çîrokên Înan Eroglu bi navê “Têbîniyek” çap bûn. Ev yekem berhema nivîskar e.Ji çîroka “Têbîniyek”“Dilê min ji min re dibêje rahije qelem û tim binivîsîne. Lê ez ênenivîsînim. Na, divê nenivîsînim.” Tu carî min newêrî ji bavê xwebipirsim ka çima divê nenivîse, ji ber ku ditirsiyam bertekeke tundbide min û dilê min yekcar jê bimîne. Lêbelê çend caran min jê pirsîka niyeta wî heye kitêbekê binivîse yan na. “Na,” got, wekî ku têtexmînkirin. Her carê jêgirtineke ji Kitêba Nenivîsandinê dixwend ûdiyar dikir ku nivîsandin însanan bêhtir meyildarî îxanetê, xapandinê,durûtî û derewkariyê dike. Min dîsa nediwêrî bibêjim nexwe tu kitêbênîxanetkar, xapîner, durû û derewkaran dixwînî. Dikaribû bigota ku hîn umrê te têr nake ji bo ferqa navbera xwendin û nivîsandinê bizanî.Bavê min ne sax e jê bipirsim ka umrê min niha têr dike ji bo zanînavê ferqê yan na. Ji ber ku hîn jî wekî berê difikirim, gelo hîn ji umrê min re maye? Nizanim. Tişta zanim ew e ku bavê min çi car di xwendina kitêbekê de destê xwe di nav kincê xwe re rakira û jêr stûyêxwe bixwiranda, min wisa dizanibû ku bi eşqeke nivîsandinê ketiye lêdê tu carî nenivîse. Heye ku di xwendineke wisa de bûbe têkçûyiyê vê eşqa xwe ji bo ku vê hevokê binivîse?
Yazar:İnan Eroğlu
Sayfa Sayısı:112
Dil:Kürtçe
Isbn:9786052246474
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:04.11.2019
95 TL
62,70 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Tebiniyek
Çîrokên Înan Eroglu bi navê “Têbîniyek” çap bûn. Ev yekem berhema nivîskar e.
Ji çîroka “Têbîniyek”
“Dilê min ji min re dibêje rahije qelem û tim binivîsîne. Lê ez ê
nenivîsînim. Na, divê nenivîsînim.” Tu carî min newêrî ji bavê xwe
bipirsim ka çima divê nenivîse, ji ber ku ditirsiyam bertekeke tund
bide min û dilê min yekcar jê bimîne. Lêbelê çend caran min jê pirsî
ka niyeta wî heye kitêbekê binivîse yan na. “Na,” got, wekî ku tê
texmînkirin. Her carê jêgirtineke ji Kitêba Nenivîsandinê dixwend û
diyar dikir ku nivîsandin însanan bêhtir meyildarî îxanetê, xapandinê,
durûtî û derewkariyê dike. Min dîsa nediwêrî bibêjim nexwe tu kitêbên
îxanetkar, xapîner, durû û derewkaran dixwînî. Dikaribû bigota ku hîn umrê te têr nake ji bo ferqa navbera xwendin û nivîsandinê bizanî.
Bavê min ne sax e jê bipirsim ka umrê min niha têr dike ji bo zanîna
vê ferqê yan na. Ji ber ku hîn jî wekî berê difikirim, gelo hîn ji umrê min re maye? Nizanim. Tişta zanim ew e ku bavê min çi car di xwendina kitêbekê de destê xwe di nav kincê xwe re rakira û jêr stûyê
xwe bixwiranda, min wisa dizanibû ku bi eşqeke nivîsandinê ketiye lê
dê tu carî nenivîse. Heye ku di xwendineke wisa de bûbe têkçûyiyê vê eşqa xwe ji bo ku vê hevokê binivîse?
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı