Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Jineke mirî li Cihangirê

Jineke mirî li Cihangirê

Mirov, her mirov ji ber rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re. Mirov xemgîniya xwe li ser du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî awayî dev ji roja xwe ya îro berdide, dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê tê de bextewer be an ne bextewer be, mijûl be, şad an xemgîn be.Rah xwedawendekî Fer’ûnî bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir Rah ji xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegeriya û dema dît ku cih jê re nemaye, giriya. Dibêjin ku ji hêsrên wî çavî mirov hate afirandin, paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e.Ez xwedî şensekî mezin im ku ji şerekî qerase bêyî bîrewerî derketime, bi ezmûneke sifir, weke bebekekê, weke CDyeke vala tu çi bixwazî tu dikarî lê bar bikî, weke hertiştê nû, pak, paqij û biriqandî. 
Yazar:Jana Seyda
Sayfa Sayısı:144
Dil:Kürtçe
Isbn:9786257253321
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:06.04.2021
130 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Jineke mirî li Cihangirê
Mirov, her mirov ji ber rabirdûya xwe diêşe, hertim poşman e, dixwaze vegere dema xwe ya berê lê ji ber ku nikare vegere, roja xwe ya îro dike qurban jê re. Mirov xemgîniya xwe li ser du tiştan ava dike; rojên wî yên ku bihurîne û rojên wî yên ku dê werin û bi vî awayî dev ji roja xwe ya îro berdide, dev ji vê kêlîkê berdide; kêlîka ku divê tê de bextewer be an ne bextewer be, mijûl be, şad an xemgîn be.
Rah xwedawendekî Fer’ûnî bû, rojekê ji rojan çavekî xwe winda kir û da ku dîsa çavên xwe bidest bixe herdu kurên xwe şandin ku li çavê wî bigerin. Dema vegera wan gelekî dirêj kir Rah ji xwe re çavekî din dît. Piştî demekê çavê wî yê berê lê vegeriya û dema dît ku cih jê re nemaye, giriya. Dibêjin ku ji hêsrên wî çavî mirov hate afirandin, paşê ew çav ber bi ezmanan ve bilind bûye û ev hîva ku em dibînin ew e.
Ez xwedî şensekî mezin im ku ji şerekî qerase bêyî bîrewerî derketime, bi ezmûneke sifir, weke bebekekê, weke CDyeke vala tu çi bixwazî tu dikarî lê bar bikî, weke hertiştê nû, pak, paqij û biriqandî.
 

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı