Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Folklor ü Edebiyata Geleri

Folklor ü Edebiyata Geleri

Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket.Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêdeberifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê jidestpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûldibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye.Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berîwê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklorû edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê  li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda,polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin.Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bêngirêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakênedebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirinjî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinekhewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatênkurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdîde xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bixebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jîji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wekdisîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gelbinbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin.Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarênfolklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.
Yazar:Necat Keskin
Sayfa Sayısı:344
Dil:Kürtçe
Isbn:9786052246337
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:20.08.2019
200 TL
150,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Folklor ü Edebiyata Geleri
Xebata Necat Keskin a bi navê “Folklor û Edebiyata Gelêrî” derket.
Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde
berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji
destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl
dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye.
Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî
wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor
û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê  li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda,
polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin.
Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên
girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên
edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin
jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek
hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên
kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî
de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.
Loma îro pêwîstiya xebatên folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî bi
xebatên di çarçoveya akademîk de hene û Folklor û Edebiyata Gelêrî jî
ji vê pêwistiyê derketiye meydanê. Di vê xebatê de bi giştî wek
disîplînekê folklor, tevî dîrok û sehayên wê; edebiyata gelêrî li gel
binbeşên wê û herweha dîroka folklora kurdî; ceribandinên sehayên folklora kurdî û edebiyata gelêrî ya kurdî li gel mînakan dikare bê dîtin.
Hêvî ew e ku ji aliyekî ve bibe alîkar ji bo xwendekar û eleqedarên
folklor û edebiyata gelêrî ya kurdî û ji aliyê din ve jî rê li ber niqaş û xebatên nû veke.

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı