Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Kurden Yarsan

Kurden Yarsan

Lêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.Shahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.” Shahab Vali  di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî aKurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analiz dike. 
Yazar:Shahab Vali
Sayfa Sayısı:464
Dil:Kürtçe
Isbn:9786052246009
Boyut:13.5 X 21.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:26.09.2018
310 TL
232,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Kurden Yarsan
Lêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.
Shahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.
Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.
Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.” Shahab Vali  di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî a
Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.

 
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı