Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Şikestî

Şikestî

Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne.(Ji romanê)
Yazar:Receb Dildar
Sayfa Sayısı:240
Dil:Kürtçe
Isbn:9786257304245
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:27.09.2021
180 TL
135,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Şikestî
Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin
 
Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne.
(Ji romanê)
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı