Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Meryema

Meryema

Romana bi navê Meryema ya romannûsê jêhatî Sebrî Silêvanî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.Silêvanî di romana xwe Meryemayê de gelş û pirsgirêka jinê, ku ji ber nasnava jinbûnê ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin, bo xwe jî dike arîşeyeke hebûniyê û di nava romana xwe re vê yekê bi me re nîqaş dike. Û di riya vê yekê re jî desthilata mêrane dide ber pirsan.Gelşa jinê, ku di roja îroyîn de gelşeke taybet e û bi sedema hebûna mirovahiyê ve vebestî ye, li gel civak û komelên din ên cîhanê, hê jî serî li civaka Kurdan jî digerîne. Nivîskar di romana Meryemayê de disîplînên wekî ol, felsefe, îdeolojî, sosyolojî, wêje û çand, her yekê dike tewqeke romanê û me vedixwîne nava nîqaşê; bi pêdeçûna xwendinê re bi me dihisîne ku ev gelş a me hemûyan e jî û ji me tu kes nikare jê ta bide; û dike ku em ji xwe bipirsin û bibêjin: “Gelo arîşeya jinan çi rê û çareserî jê re divê?”Meyrema. Ji romannûs Sebrî Silêvanî romaneke ku bi mijara xwe ve girîngiya kêşeyeke civakî tîne bîra xwîneran.
Yazar:Sebri Silevani
Sayfa Sayısı:114
Dil:Türkçe
Boyut:13.5 X 19 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:20.11.2010
118 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Meryema
Romana bi navê Meryema ya romannûsê jêhatî Sebrî Silêvanî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Silêvanî di romana xwe Meryemayê de gelş û pirsgirêka jinê, ku ji ber nasnava jinbûnê ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin, bo xwe jî dike arîşeyeke hebûniyê û di nava romana xwe re vê yekê bi me re nîqaş dike. Û di riya vê yekê re jî desthilata mêrane dide ber pirsan.
Gelşa jinê, ku di roja îroyîn de gelşeke taybet e û bi sedema hebûna mirovahiyê ve vebestî ye, li gel civak û komelên din ên cîhanê, hê jî serî li civaka Kurdan jî digerîne. Nivîskar di romana Meryemayê de disîplînên wekî ol, felsefe, îdeolojî, sosyolojî, wêje û çand, her yekê dike tewqeke romanê û me vedixwîne nava nîqaşê; bi pêdeçûna xwendinê re bi me dihisîne ku ev gelş a me hemûyan e jî û ji me tu kes nikare jê ta bide; û dike ku em ji xwe bipirsin û bibêjin: “Gelo arîşeya jinan çi rê û çareserî jê re divê?”
Meyrema. Ji romannûs Sebrî Silêvanî romaneke ku bi mijara xwe ve girîngiya kêşeyeke civakî tîne bîra xwîneran.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı