Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Mezin

Mezin

Çavê wî wekî daristanekê bû – te dî daristaneke ku ez jî di nav de; û dora wê çîtkirî. em nêzî hev bûn, bêyî em di ferqê de bin; wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev. ne min çavên xwe kurkutandin, ne wî. em wilo mabûn sekinî. ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev, destê min e’nitî. min destê xwe li destê wî şidand, xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî. çavên me nêzî hev bûn, çavek bû du çav, pehn û dirêj bûn, bêvil ket nav, di nav birhan de çavekî din çêbû; bûn sisê. hilma gere li ser rûyê min, dev vebûn – ê me her duyan; lêv, wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê, çûn û hatin; bi hêdî, ketin nav hev; lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de, a min î jor di nav ên wî de. bêhna pozan, diran di binê lêvan de gincirîn; wek libek tiriyê sibehê, berî ku tav bidiyê – hênik. serê zimanan giha hev; bê peyv. kerrînî bi guhan ket, dil kutkutî, bêhn qutqutî, hiş tevlihev. serê me hinekî vekişiya, ez gêj bûm, xweşiyekê xwe li min danî; weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî. me bi hev re deriyê çavan li hev girt; me hevdu dîl girt. Mijank bûn wek pelên daran, me sitra û me nema xwe dî.  
Yazar:Şems Qemer
Sayfa Sayısı:90
Dil:Kürtçe
Isbn:9786059017442
Boyut:13.5 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:23.05.2016
25 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Mezin
Çavê wî wekî daristanekê bû – te dî daristaneke ku ez jî di nav de; û dora wê çîtkirî. em nêzî hev bûn, bêyî em di ferqê de bin; wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev. ne min çavên xwe kurkutandin, ne wî. em wilo mabûn sekinî. ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev, destê min e’nitî. min destê xwe li destê wî şidand, xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî. çavên me nêzî hev bûn, çavek bû du çav, pehn û dirêj bûn, bêvil ket nav, di nav birhan de çavekî din çêbû; bûn sisê. hilma gere li ser rûyê min, dev vebûn – ê me her duyan; lêv, wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê, çûn û hatin; bi hêdî, ketin nav hev; lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de, a min î jor di nav ên wî de. bêhna pozan, diran di binê lêvan de gincirîn; wek libek tiriyê sibehê, berî ku tav bidiyê – hênik. serê zimanan giha hev; bê peyv. kerrînî bi guhan ket, dil kutkutî, bêhn qutqutî, hiş tevlihev. serê me hinekî vekişiya, ez gêj bûm, xweşiyekê xwe li min danî; weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî. me bi hev re deriyê çavan li hev girt; me hevdu dîl girt. Mijank bûn wek pelên daran, me sitra û me nema xwe dî.
 
 
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı