Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Antolojiya Dengbejan 2  Dengbej Şakiro

Antolojiya Dengbejan 2 Dengbej Şakiro

Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin.Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman, dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de.Ev berhema di destê we de, em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn.35 heb li ser serhildanê, 183 heb li ser evîniyê, 27 heb di derbarê şerên navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbarê xwezayê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin. Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê.Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina wê ji 10 salan zêde di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.
Yazar:Ömer Güneş
Sayfa Sayısı:640
Dil:Kürtçe
Isbn:9786059413435
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Ciltli
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:25.04.2019
60 TL
0,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Antolojiya Dengbejan 2 Dengbej Şakiro
Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin.
Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman, dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de.
Ev berhema di destê we de, em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn.
35 heb li ser serhildanê, 183 heb li ser evîniyê, 27 heb di derbarê şerên navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbarê xwezayê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin. 
Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê.
Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina wê ji 10 salan zêde di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı