Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Lerz

Lerz

Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin. Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê. Pîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.
Yazar:Qasim Pîro
Sayfa Sayısı:144
Dil:Kürtçe
Isbn:9786057221728
Boyut:13 X 19.5 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:22.02.2024
110 TL
75,63 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Lerz
Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin.
 
Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin û binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê.
 
Pîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı