Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Qewlê Hespê Reş

Qewlê Hespê Reş

Lêkolînên li ser edebîyata kurdî van salên dawî bi awayekî fermî di hin zanîngehan de didomin. Bêguman karekî pîroz e ku di her beşeke vî zimanî de tez dihêne amadekirin. Bi vî awayî hêvî heye ku gelek berhemên kurdî ji nedîyarî û wendabûnê rizgar bibin. Di vê xebatê de berê xwe da berhema jî Qewlê Hespê Reş (Qewlê Borê Qer) ku bi çeşnê xwe yê edebî, wekî xezanameyeke edebîyata kurdî (kurmancî) ya serdema Îslamî dihê qebûlkirin. Digel ku du navên wê hene, me di vê xebata xwe de bêtir navê Hespê Reş bi kar anîye. Çawa ku di nav gel de li gelek cîyên cihê cihê yên welêt, bi awayên cihêrengî hatîye vegotin, bi awayekî nivîskî jî di nav ehlê medreseyê de hatîye neqilkirin. Bi rêçikeke akademîk em li ser vê berhemê û nusxeyên wê sekinîn û encamên ku em gihaştinê jî, di encamê de hate nirxandin. Çi heye ku li ser vê berhemê, bi qasî zanîna me, heta niha xebatên wiha nehatine kirin. Ev xezaname, ji alîyê gel ve hatîye hilberîn, li gelek deverên welêt hatîye vegotin û bi derbasbûna demê re bûye anonîm. Piştî ku demeke dirêj bi ser de derbas bûye, edîbên navdar û şarezayên kurd, ev berhem bi rêbaza edebîyata nivîskî, mayinde kirîye.
Yazar:Ayhan Yıldız
Sayfa Sayısı:274
Dil:Kürtçe
Isbn:9786257568241
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:09.03.2024
150 TL
103,13 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Qewlê Hespê Reş
Lêkolînên li ser edebîyata kurdî van salên dawî bi awayekî fermî di hin zanîngehan de didomin. Bêguman karekî pîroz e ku di her beşeke vî zimanî de tez dihêne amadekirin. Bi vî awayî hêvî heye ku gelek berhemên kurdî ji nedîyarî û wendabûnê rizgar bibin. Di vê xebatê de berê xwe da berhema jî Qewlê Hespê Reş (Qewlê Borê Qer) ku bi çeşnê xwe yê edebî, wekî xezanameyeke edebîyata kurdî (kurmancî) ya serdema Îslamî dihê qebûlkirin. Digel ku du navên wê hene, me di vê xebata xwe de bêtir navê Hespê Reş bi kar anîye. Çawa ku di nav gel de li gelek cîyên cihê cihê yên welêt, bi awayên cihêrengî hatîye vegotin, bi awayekî nivîskî jî di nav ehlê medreseyê de hatîye neqilkirin. Bi rêçikeke akademîk em li ser vê berhemê û nusxeyên wê sekinîn û encamên ku em gihaştinê jî, di encamê de hate nirxandin. Çi heye ku li ser vê berhemê, bi qasî zanîna me, heta niha xebatên wiha nehatine kirin. Ev xezaname, ji alîyê gel ve hatîye hilberîn, li gelek deverên welêt hatîye vegotin û bi derbasbûna demê re bûye anonîm. Piştî ku demeke dirêj bi ser de derbas bûye, edîbên navdar û şarezayên kurd, ev berhem bi rêbaza edebîyata nivîskî, mayinde kirîye.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı