Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Tir ü Armanc (Gotaren rexneyi li ser edebiyata kurdi ya modern)

Tir ü Armanc (Gotaren rexneyi li ser edebiyata kurdi ya modern)

Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.Tîr û Armanc, tevî kêmasiyên xwe, namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Diyar e dem, dema rexneyê ye.
Yazar:Ergin Opengin
Sayfa Sayısı:208
Dil:Kürtçe
Isbn:9786058538740
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:25.01.2020
120 TL
82,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Tir ü Armanc (Gotaren rexneyi li ser edebiyata kurdi ya modern)
Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.
Tîr û Armanc, tevî kêmasiyên xwe, namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Diyar e dem, dema rexneyê ye.

Son Gezdiğiniz Ürünler

Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı