Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Bilbizêk

Bilbizêk

Zilamek bi navê Feqe Lawêj hebû ji gundê Heblerê bû. Feqe Lawêj û zilamek gundî barê xwe ji tirî bar dikin berê xwe didin gundên deştê da ku tirîyê xwe bidin genim û genim jî ji xwe re bikin ar û debara xwe pê bikin. Çimku ev gundên weke Şax û Heblerê debara wan li ser fêkiyên dehlên wan e. Vêca dema Feqe Lawêj û hevalê xwe nêzîkî gundan dibin Feqe Lawêj dibêjê hevalê xwe: Em herduk herne gundekî fêkiyê me zû nayê firotin vêca te kîjan gund bivê tu here wî gundî û ezê herim gundê dî. Hevalê Feqe Lawêj qebûl nekir û got: Tu herî kîjan gundî ez ê jî werim wî gundî. Feqe Lawêj kir û nekir pê neda qebûlkirin. Rabûn herduk bi hev re çûn gundekî. Dema bi hev re gihaştin keviya gund pîrekên gundiyan li wan civiyan û hêja barê xwe nedanîn Feqe Lawêj berê xwe da pîrekan û ji wan re got: Min divê ez tiştekî ji we re bêjim da ku gunehê hewe nekevê stûyê min de.
Yazar:M. Munir Timurtaş
Sayfa Sayısı:235
Dil:Kürtçe
Isbn:9786256963221
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:01.01.2022
120 TL
82,50 TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Bilbizêk
Zilamek bi navê Feqe Lawêj hebû ji gundê Heblerê bû. Feqe Lawêj û zilamek gundî barê xwe ji tirî bar dikin berê xwe didin gundên deştê da ku tirîyê xwe bidin genim û genim jî ji xwe re bikin ar û debara xwe pê bikin. Çimku ev gundên weke Şax û Heblerê debara wan li ser fêkiyên dehlên wan e. Vêca dema Feqe Lawêj û hevalê xwe nêzîkî gundan dibin Feqe Lawêj dibêjê hevalê xwe: Em herduk herne gundekî fêkiyê me zû nayê firotin vêca te kîjan gund bivê tu here wî gundî û ez
ê herim gundê dî. Hevalê Feqe Lawêj qebûl nekir û got: Tu herî kîjan gundî ez ê jî werim wî gundî. Feqe Lawêj kir û nekir pê neda qebûlkirin. Rabûn herduk bi hev re çûn gundekî. Dema bi hev re gihaştin keviya gund pîrekên gundiyan li wan civiyan û hêja barê xwe nedanîn Feqe Lawêj berê xwe da pîrekan û ji wan re got: Min divê ez tiştekî ji we re bêjim da ku gunehê hewe nekevê stûyê min de.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı