Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Gulordî

Gulordî

PÎŞ Û KARKewtme naw çerxa zemanî min neman umêd û halHub û hesret man di dil da bûm şuyuxek pîr û kalBi hizaran sal ‘umir bît akubet her mirin eMalê Qaron te di dest bît malbirin her kifin eTeşbihê xewn û xiyalan dê biçît wek yêk dem eNîn e keyf û lezzeta wê kul û derd û elem eKewtne hewesa jiyanê me mirin naête bîrSe’ û xîrêt me çu nînin sûc û curm gunhê kebirHey hawar û sed mixabin bo wê jîna bê’emel‘Umir borand bi hesûdî kîn xirabî dil xelelDilxirab û qelbqirêj zimantûj û zaxelbeserNîn e karek wî di destî dilêt kovan û keserQîmeta ‘umrî nezanî kanê ji bona çi yeXêr û çakî wê birandin pîş û kar xirabî yeFerqa xêr û gunehê nekir ji hev ma di nav daNehêt bîrê dûmahî ew kewtye di nav xeman daÇendî zor e rûreş û şerminde çûna mehşerêPêş mewlayî nîn e cihê îtiraz û xeberêMin hawar û gazî j’vî halê giran û bêmefaNekevne nav vî derdê nexweş bo xatra MustefaMayme bi destê xalî çu tiştek baş nîn e tê daBûyme miflisê axret mayime di nava rê daEy Xerîbê bêçare min sed hîvî û gazî yeHatime dergahê ya Rebî jê bibe razî ye
Yazar:Mazlum Yılmaz
Sayfa Sayısı:518
Dil:Kürtçe
Isbn:9786256963559
Boyut:16 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:19.02.2024
400 TL
275,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Gulordî
PÎŞ Û KAR
Kewtme naw çerxa zemanî min neman umêd û hal
Hub û hesret man di dil da bûm şuyuxek pîr û kal
Bi hizaran sal ‘umir bît akubet her mirin e
Malê Qaron te di dest bît malbirin her kifin e
Teşbihê xewn û xiyalan dê biçît wek yêk dem e
Nîn e keyf û lezzeta wê kul û derd û elem e
Kewtne hewesa jiyanê me mirin naête bîr
Se’ û xîrêt me çu nînin sûc û curm gunhê kebir
Hey hawar û sed mixabin bo wê jîna bê’emel
‘Umir borand bi hesûdî kîn xirabî dil xelel
Dilxirab û qelbqirêj zimantûj û zaxelbeser
Nîn e karek wî di destî dilêt kovan û keser
Qîmeta ‘umrî nezanî kanê ji bona çi ye
Xêr û çakî wê birandin pîş û kar xirabî ye
Ferqa xêr û gunehê nekir ji hev ma di nav da
Nehêt bîrê dûmahî ew kewtye di nav xeman da
Çendî zor e rûreş û şerminde çûna mehşerê
Pêş mewlayî nîn e cihê îtiraz û xeberê
Min hawar û gazî j’vî halê giran û bêmefa
Nekevne nav vî derdê nexweş bo xatra Mustefa
Mayme bi destê xalî çu tiştek baş nîn e tê da
Bûyme miflisê axret mayime di nava rê da
Ey Xerîbê bêçare min sed hîvî û gazî ye
Hatime dergahê ya Rebî jê bibe razî ye
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı