Tüm KategorilerÇok SatanlarYayınevleriYazarlarYurt Dışı SiparişlerSıkca Sorulan SorularBlogSipariş Takibiİletişim
Ez Û Min

Ez Û Min

Ax! Xwezî bi wan rojan!             Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.Şev kanûnkuj bû.Bapîrê me digot, wextekê ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare,lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê, gundî tevdi bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.
Yazar:Ömer Dilsöz
Sayfa Sayısı:81
Dil:Kürtçe
Isbn:9786257568623
Boyut:13.5 X 21 Cm
Cilt Tipi:Karton Kapak
Kağıt Cinsi:Kitap Kağıdı
Yayın Tarihi:01.01.2022
80 TL
55,- TL
Tahmini Kargoya Teslim:
2 gün içinde
Stok Durumu:
Stokta var
Ez Û Min
Ax! Xwezî bi wan rojan!            
 Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê mexrebê du caran ban hatibûn malîn.
Befrîkên xwe me bo şeveke dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.
Dadê ji êvarî de beroşeke mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.
Şev kanûnkuj bû.
Bapîrê me digot, wextekê ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare,
lewra rabûye ji êvarî de gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê, gundî tev
di bin befirê de fetisîne û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.
Başa dön
© 2026 | powered by: mufaTech e-ticaret altyapısı